Dîwana Laxer/Mela Umerê Aşiq


Öğr. Gör. Hacı Yılmaz

Tez Türü: Yüksek Lisans

Tezin Yürütüldüğü Kurum: Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi, Yaşayan Diller Enstitüsü, Kürt Dili ve Kültürü (Yl) (Tezli/tezsiz), Türkiye

Tez Danışmanı: Doç. Dr Hayrullah Acar (Mardin Artuklu Ünv)

Tezin Onay Tarihi: 2020

Tezin Dili: Türkçe

Özet:

            KURTE

 

DÎWANÇEYA LAXER

     (Metin û Lêkolîn)

 

Laxer yek ji şairên helbesta klasîk a kurdî ye ku di dawîya sedsala 19em û di nîvê pêşîn ê sedsala 20mîn da jîyaye (1866? – 1927). Ew li devera Miksê li gundê Tînîsê hatîye dinê û niha li gundê Zivistanîyê ya Artemêta Wanê medfûn e. Ji malbateke malmela ye û binemala wan ji herêma Behdînanê tê.

Wî di medreseyên navdar ên wek Medreseya Mîr Hesenê Welî, Medreseya Sor û Medreseya Arwasê da xwendîye. Wek şairekî mutesewif, ew girêdayî terîqa neqşîbendîyê bûye û di babeta edebîyatê da jî di bin tesîra Melayê Cizîrî da gelekî maye. Helbestên wî bi temayên wek tesewif, evîn, dîn û siruştê sêwirîne. Dîwana wî ya ku di destê kurê wî da mabû rojekê duçarî lehîya ba û baranê dibe û jê encax, bîst û heşt lib kurmancî, yek farisî û yek erebî; bi tevahî sih lib helbest dimînin. Laxer bi van her sih helbestên bijare ve derbasî dîroka helbesta kurdî ya klasîk dibe.

Di nava gel da wek Mela Umerê Tînîsîyê Miksî yan jî Mela Umerê Aşiq tê nasîn, bes lew ku wî di helbestên xwe da wek mexles Laxer bi kar anîye, di dîroka lîteratura helbesta kurdî da wek şair Laxer tê zanîn.

Di vê xebata xwe da em bi gelek alîyan ve li ser jîyan, berhem, hizr û dîwançeya wî sekinîne û bi rûxsarî, tematîk û naverokî, me tehlîl û dahûrînên berfireh kirine.

Peyvên Sereke: Laxer, Mela Umerê Tînîsî, Miks, Edebîyata Klasîk, Dîwançe, Tesewuf