DI EDEBÎYATA KURDÎ YA KLASÎK DE MELA MUHEMMED NÛRÎ Û BERHEMÊN WÎ


Creative Commons License

Tezin Türü: Yüksek Lisans

Tezin Yürütüldüğü Kurum: Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi, Yaşayan Diller Enstitüsü, Kürt Dili ve Kültürü Anabilim Dalı, Türkiye

Tezin Onay Tarihi: 2019

Tezin Dili: Türkçe

Öğrenci: Cahit TURĞUT

Danışman: Nesim Sönmez

Özet:

Edebîyat nirxeke jîyana mirovahîyê ya herî ciwan û rengîn e. Hafizeya miletekî nîsbetî bi bal ziman û edebîyata wî va ye. Miletê bê edebîyat, li miroveke weke kerr û lal hatiye şibandin. Ji ber ku ew gel; çanda xwe, rabirdûya xwe, xewn û xeyalên xwe, kêfxweşîyên xwe, êş û xemên xwe, bawerî û nirxên xwe, jîyan û serborîyên xwe ne mimkûne ku bê edebîyat bi lêv bike. Di nav kurdan da ji demên berê hetanî roja îro gelek alim, hunermend û şair derketine. Mirov dibîne ku di edebîyata Kurdî ya klasîk da bi dehan helbestvanan bi berhemên xwe yên serkeftî û bedew ev tradîsyon domandine. Bêguman ev kesayet û berhem bi tevahî ji nirxên alema mirovahîyê yên hevpar in û mîrateya hevpar a hafizeya însanîyetê ne.
Di vê gotarê de, piştî dayîna jîyana Molla Muhammed Nûrî ku wî di warê Edebiyata Kurdî ya Klasîk da berhemên serkeftî derxistiye holê û nasandina berhemên wî, kesayetîya wî ya edebî hatîye dahurandin.