Cem(şîd) Weku Kesayetekî Mîtolojîk di Edebîyata Kurdî ya Klasîk da


Creative Commons License

Aykaç Y.

Uluslararasi Mitoloji Kongresi-I, Mardin, Türkiye, 15 - 16 Mayıs 2024, ss.88

  • Yayın Türü: Bildiri / Özet Bildiri
  • Basıldığı Şehir: Mardin
  • Basıldığı Ülke: Türkiye
  • Sayfa Sayıları: ss.88
  • Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi Adresli: Evet

Özet

Em di vê pêşkêşîyê da li ser kesayetê mîtolojîk Cem yan jî Cemşîd radiwestin ku çarçoveya xebatê edebîyata Kurdî ya klasîk e. Cemşîd weku padişah û fîgurekî muhîm di bîra civakî ya Kurdan da cih girtîye û lewma jî bi awayekî rengê xwe daye edebîyata kurdî. Bi giştî di mîtolojîya Îranî da hinek navên wî yên cuda hebin jî di Şahnameya Fîrdewsî da weku Cemşîd hatîye nasandin û bi hêz û dadmendîya xwe derketîye pêş. Li gorî efsaneyan gelek alîyên wî yên mîtîk hene ku hinek ji wan kûreya wî ya efsûnî, lêgerîna wî ya nemirinê, seraya wî ya mezin, hakimîyeta wî ya li ser demsalan û tiştên bi vî rengî ne. Cem(şîd) bi dadmendî, jîratî, zanatî û qehremanîya xwe di hîkayet û destanên gelêrî û herwiha edebîyata klasîk da gelek caran derketîye pêş. Bo nimûne, di Mem û Zîna Ehmedê Xanî da li hinek cihan îşaretî Cem(şîd) hatîye kirin ku di wan beytan da ew weku pêşengekî îdeal û kesayetekî mînak tê teswîrkirin. Kesayetîya Cem(şîd) di edebîyata tesewifî da gelek caran hatîye bikaranîn û lewma jî bûye remzekî tesewifî. Di wan berheman da bi taybetî di qismê saqînameyan da bi qedeha xwe ya navdar cih girtîye. Navê wî padişahî di wan helbestan da seyrê manewî, keşfên batinî û temayên işqa îlahî ra hatîye xebitandin û gelek caran jî weku rêberê manewî hatîye şayesandin ku em vê yekê di Dîwana Melayê Cizîrî û qesîdeyên Feqîyê Teyran da jî dibînin. Di encamê da dikare bê gotin, rengê kesayetê Cem(şîd) yê mîtolojîk rê nîşanî me dide ku alîyên wî yên cuda di edebîyata kurdî ya klasîk da binasin û weku têgiheke edebî têbigihîjin. Lewma jî ev pêşkêşî weku kesayetekî mîtolojîk yê edebîyata kurdî ya klasîk li ser Cem(şîd) disekine û tiştên bi wî ra têkildar ji xwe ra dike mijar. Herwiha weku remzeke edebî watayên wî yên heqîqî û mecazî digel mînakan şirove dike.