Şairekî Nenas û Melayê Cizîrî


Creative Commons License

Aykaç Y.

Uluslararası IV. Kurdiyat Sempozyumu Melayê Cizîrî ve Mirası, Van, Türkiye, 27 - 28 Nisan 2023, ss.55

  • Yayın Türü: Bildiri / Özet Bildiri
  • Basıldığı Şehir: Van
  • Basıldığı Ülke: Türkiye
  • Sayfa Sayıları: ss.55
  • Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi Adresli: Evet

Özet

Melayê Cizîrî di edebiyata kurdî ya klasîk de şairekî navdar e. Lewma her cure helbestek ji Dîwana wî di nav edîb û şairên kurdan de belav bûye û deng vedaye. Hin helbest hene ku di wan helbestên Melayê Cizîrî de ji xezel û qesîdeyan piçekî cudatir in, ji ber ku Melayê Cizîrî li ber xezeleke şairekî din çend risteyan zêde kirine û bi vî rengî helbesteke nû honandiye. Ji wan cure helbestên Melayê Cizîrî de yek heye ku gelekî navdar e û di serê Dîwanê de bi “Ela ya eyyuhes-saqî” dest pê dike. Di vê helbestê de du risteyên ewil yên Melayê Cizîrî ye û herduyên din aîdê Hafizê Şîrazî ye. Ji bilî vê, helbesteke din jî di Dîwana Mela de heye ku heta niha wek muxemmes/pêncîneya Mela hatibû naskirin. Lê bi vê teblixê em ê destnîşan bikin ku ew xezel ne muxemmesa Melayê Cizîrî ye, bi gotineke din, ew texmîsa Melayê Cizîrî ye ku wî li ber xezela şairekî faris î nenas nivîsiye û divê bê diyarkirin ku mexlesa wî şairî jî Celal e. Bi saya texmîsa Melayê Cizîrî, wî şairê nenas û na-meşhûr di edebiyata kurdî ya klasîk de deng vedaye, bêyî ku bê nasîn. Herwiha bi qasî ku me tesbît kiriye, du şairên din jî bi xêra texmîsa Melayê Cizîrî li ber xezela şair Celal texmîs nivîsîne. Em ê di vê nivîsarê de bi xwendin û nirxandineke navbermetnî, pêşî behsa wî şairî bikin û piştre jî bi dorê texmîsên Melayê Cizîrî û Husên, û piştre jî tetsî/nehîneya Mela Yasînê Yusrî bikin. Wek encam têkiliyên hersê şairên kurd, nîşanî me dide ku tradîsyoneke xurt a edebî di dîroka edebiyata kurdî de çêbûye.

Bêjeyên Sereke: Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Texmîs, Tetsî, Celal, Melayê Cizîrî, Husên, Mela Yasînê Yusrî.