Mirina Kalekî Rind wek Bildungsromana Rewşenbîrekî Kurd


Creative Commons License

Yıldırımçakar M., Ertekin M. Z.

Kurdiyat, no.8, pp.51-68, 2023 (Peer-Reviewed Journal)

  • Publication Type: Article / Article
  • Publication Date: 2023
  • Doi Number: 10.55118/kurdiyat.1393666
  • Journal Name: Kurdiyat
  • Page Numbers: pp.51-68
  • Van Yüzüncü Yıl University Affiliated: Yes

Abstract

Ev xebat li ser romana Mehmed Uzun a bi navê Mirina Kalekî Rind dahûrîneke tematîk dike. Xebat hêmanên romanê yên tematîk vedikole û hewl dide ku di peywenda çîroksaziya romanê de taybetiyên tematîk ên romanê, li gorî kevneşopiya bildungsromanê destnîşan bike. Xebat li ser teoriya bildungsromanê radiweste; li ser mijarên wekî pêvajoya geşedan û veguherîna bildungsromanê, giringiya zimanê dayîkê li sirgûnê û hwd. hûr dibe. Dû re li ser derûniya serlehengê romanê disekine û bala xwe dide temayên wekî bêcihûwarî, hesreta welêt, nebanbûn, tenêtî, melankolî, nostaljî û bîrê. Romana Mehmed Uzun a bi navê Mirina Kalekî Rind, tevî romana wî ya ‘ewil (Tu’yê), hêmanên otobiyografîk dihewîne. Nivîskar qala serpêhatiyên xwe yên sirgûniyê dike. Ev roman di heman demê de dikeve nav çeşnê romana 'bildungsroman'ê ango ‘romana gihîştinê’ û taybetiyên sereke yên vê çeşnê dide kifşê. Di encamê de hat dîtin ku romana Mirina Kalekî Rind bildungsromanek e; romana gihîştina serlehengê romanê, Serdar e. Serdar wekî ez-vegêr, veguherîna xwe kêlî bi kêlî diguhêze, pêvajoya gihîştinê ya ku dijî û di esasê xwe de cureyekî pêvajoya keşfê ye jî. Serdar bi serboriya xwe hem nivîskarê romanê (Mehmed Uzun) hem jî rewşenbîrê(n) kurd temsîl dike.