ULUSLARARASI DİLBİLİM VE KARŞILAŞTIRMALI EDEBİYAT KONGRESİ -II, Mardin, Türkiye, 15 - 16 Mayıs 2025, ss.24, (Özet Bildiri)
Beowulf, di serdema Anglo-Saksonê de yek ji wan destanên epîk ên giring e. Ev destana epîk bi awayekî menzûm qehremantî û têkoşîna leheng Beowulfî li pêşberî cinawirên tehdîtkar vedigêre. Destan temayên wekî qehremantî, rûmet, fedakarî û şerên ji bo civata xwe dihewîne. Leheng Beowulf bi cesaret û qeweta xwe ji bo parastina gelê xwe dikeve nav şerên mezin. Herwisa destana Rustemê Zal jî yek ji wan destanên giring ên edebiyata kurdî ye ku di destanê de li ser qehremantiya Rustem tê sekinîn û têkiliya wî ya bi bavê wî Zal û dêya wî Rudabe re û herwiha şerên wî gelek caran dibe mijarên vê destanê. Rustem ne tenê bi qehremantiya xwe, lê di heman demê de bi peywendiya wî ya malbatî û berpirsên wî yên civakî jî derdikeve pêş. Di vê destanê de digel qehremantiya Rustem, têkoşîna wî ya hundirîn, evîndariya wî, têkiliyên wî yên malbatî û civakî jî bi awayekî berfireh cih digire. Armanca vê pêşkêşiyê muqayesekirina du destanên epîk ên aîdê du miletên cuda ye, Beowulf û Rustemê Zal, ji aliyê tîpolojiya qehremantiyê ve û dîsa ji aliyê çandî û edebî ve nirxandina manendî û cihêtiyên wan destanan e. Ji ber ku di herdu destanan de temayên wekî qehremantî, fedakarî, şer û berpirsên civakî cih digirin, lewma jî di vê xebata berawirdî de armanca me tekezkirina gerdûnîbûn û resentiya lehengên herdu destanan e. Di vê pêşkêşiyê de bi rêya edebiyata berawirdî nirxandinek bê kirin û di destanên Beowulf û Rustemê Zal de leheng, hêz, cesaret, rêwitiyên ji bo şer, berpirsên civakî û têkiliyên malbatî û mijarên bi vî rengî dê bêne analîzkirin û tîpolojiya lehengan bêne tesbîtkirin. Di vê pêşkêşiyê de em ê tenê li ser tîpolojiya leheng rawestin û xebata xwe bi vî şiklî sînordar bikin. Herwiha bi awayekî giştî em ê li ser peywendiyên civakî, normên sosyal û bandorên wan ên li ser lehengî jî rawestin. Di encama vê xebatê de em ê bibînin ku tîpolojiya lehengên herdu destanan herçiqas aîdê çandên cihê bin jî lê ji aliyê qehremantî, hêz û fedakariyê ve û herwisa di çarçoveya temayên gerdûnî de fîgurên nêzîkî hev in.