Mela Îbrahîm Xelîlê Amedî û Rêbaza Wî Di Wergera Rîsaleyên Nûrê Da


Sönmez N.

Muhakemat, cilt.1, sa.2, ss.63-85, 2022 (Hakemli Dergi)

  • Yayın Türü: Makale / Tam Makale
  • Cilt numarası: 1 Sayı: 2
  • Basım Tarihi: 2022
  • Dergi Adı: Muhakemat
  • Derginin Tarandığı İndeksler: Other Indexes
  • Sayfa Sayıları: ss.63-85
  • Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi Adresli: Evet

Özet

Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî, yek ji wan alim û rewşenbîran e ku di nîveka duyema sedsala 19dan da hatîye dinyayê û hetanî dawîya nîveka yekema sedsala 20dan jîya ye. Wî, bi jîyana xwe û berhemên xwe ji serdema xwe hetanî roja îro tesîreke mezin li ser mirovan hiştîye. Seîdê Nûrsî, herçiqas bi eslê xwe kurd be û zimanê dayîka wî jî kurdî be jî wî, rîsaleyên xwe bi tirkî nivîsîne. Rîsaleyên wî; wek li zimanê erebî, farisî, îngilîzî, firansî, almanî û li gelek zimanên din ên cîhanê hatine wergerandin. Yek ji wan zimanên ku rîsaleyên Bedîuzzemanî hatine wergerandinê zimanê wî yê zikmakî yanê kurdî ye û yek ji wergêrên Rîsaleyên Nûrê bo kurdî jî Seydayê Mela Îbrahîm Xelîlê Amedî ye.

Hetanî vê gavê li ser mijara wergerandina Rîsaleyên Nûrê ji bo kurdî yên ku Mela Îbrahîmê Amedî kirine lêkolîneke akademîk nehatîye kirin. Ji ber vê sedemê me xwest em di vekolînê da li ser vê mijarê hûr bibin. Sînorê vekolîna me bi tenê ew werger in ku Mela Îbrahîm Xelîlî kirine. Me di vekolînê da wergerên Rîsaleyên Nûrê yên ku Amedî kirine, berhev kirin û paşê jî bi Amedî ra çend gotubê kirin û di encamê da keresteyên ku hatin bidestxistin li gor rê û rêbaza wergerê analîz kir û pişt ra nivîsî.