Mîrasa Hizrî ya Ebdurehîm Rehmî yê Hekkarî: Rewşenbîrek di Dîroka Çapemeniya Kurdî da


Creative Commons License

Aykaç Y.

VI. Sempozyûma Navnetewî ya Kurdiyatê Ebdurrehîm Rehmî Hekarî û Mîrasa Wî ya Çandî , Van, Türkiye, 30 - 31 Mayıs 2025, ss.92-93, (Özet Bildiri)

  • Yayın Türü: Bildiri / Özet Bildiri
  • Basıldığı Şehir: Van
  • Basıldığı Ülke: Türkiye
  • Sayfa Sayıları: ss.92-93
  • Açık Arşiv Koleksiyonu: AVESİS Açık Erişim Koleksiyonu
  • Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi Adresli: Evet

Özet

Xebat û tevgerên edebî, dîrokî, çandî û civakî yên rewşenbîrên kurd ên li dawiya Osmanî û serê komarê giring e ji bo famkirina mijarên nîqaşên wekî nasnav û modernîzebûnê. Di vê çarçoveyê da Ebdurehîm Rehmî yê Hekkarî (1880–1957) yek ji wan navan e ku hem di edebiyata kurdî da û hem jî rojnamevaniya kurdî da bala mirov dikişîne. Nemaze nivîsên wî yên di kovara Jîn da derçûne, ji bo têgihîştin û çavdêriyeke baş a wê serdemê dibe çavkaniyeke sereke. Kovara Jîn bi nivîsên ku li ser ziman, edebiyat, folklor û arîşeyên civakî wêneyekî baş a serdema xwe girtiye ku di esasê xwe da ew jî asoya hizrî ya rewşenbîrên kurdên wê demê ne. Abdurrehîm Rehmî Hekkarî jî di vê kovarê da bi nivîsên xwe tevkariyeke mezin ji bo edebiyata kurdî kiriye, nîqaş li ser arîşeyên civakî yên kurdan kiriye û xwestiye ku hişyariyek bide gelê xwe. Gava em bi vî çavî lê binêrin nivîsarên wî ne tenê fikrên nivîskarekî ye, di heman demê da hizr û ramana dorhêla rewşenbîrên li dawiya Osmanî jî nîşanî me dide. Lewma jî em ê di vê teblîxê da li ser nivîsarên Ebdurehîm Rehmî yê Hekkarî rawestin yên ku di Jînê da cih girtine û li dor wan nivîsaran proseya modernîzebûna edebiyata kurdî, avakirina nasnava kurdî û berdewamiya kulturî binirxînin.