BÎBLIYOGRAFYAYA MELAYÊ CIZÎRÎ


Creative Commons License

Aykaç Y., Adak A., Acar H.

Mukaddime, cilt.8, sa.3, ss.171-199, 2017 (Hakemli Dergi)

  • Yayın Türü: Makale / Tam Makale
  • Cilt numarası: 8 Sayı: 3
  • Basım Tarihi: 2017
  • Doi Numarası: 10.19059/mukaddime.364334
  • Dergi Adı: Mukaddime
  • Derginin Tarandığı İndeksler: TR DİZİN (ULAKBİM)
  • Sayfa Sayıları: ss.171-199
  • Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi Adresli: Evet

Özet

Dîwana Melayê Cizîrî di nav edebiyata Kurdî de yek ji navdartirîn û berbelavtirîn behemên edebî ye. Ji ber vê yekê jî gelek destnivîs, çap, şerh û wergerên wê hene. Herwiha derheqê Mela û Dîwana wî de vê dawiyê gelek xebatên lêkolînî jî hatine kirin. Mirov dikare bibêje ku di edebiyata Kurdî de ji aliyê bîbliyografya û lîteraturê ve Melayê Cizîrî û Dîwana di asteke gelekî bilind de ye. Ev nivîsar jî li ser Melayê Cizîrî û dîwana wî xebateke bîbliyografîk e. Armanca vê nivîsarê, di çarçoveya zanista bîblîyografyayê de tesbîtkirin, berhevkirin û nasandina xebatên têkildarî Melayê Cizîrî ne. Rabirdûya xebatên li ser Melayê Cizîrî, nasandina hin xebatên lêkolînî yên girîng û amadekirina lîsteyên bîbliyografîk bi awaykî sîstematîk mijarên bingehîn ên gotarê ne. Biwarên ku lîsteyên wan hatine amadekirin ev in: Nusxe û çapên Dîwana Melayê Cizîrî, pirtûkên lêkolînê yên li ser Mela, şerhên Dîwana Melayê Cizîrî, tezên zanîngehan, meqale û ansîklopediyên akademik, teblîxên  sempozyum û konferansan û nivîsarên kovarên populer.