kurdiyat, cilt.3, sa.3, ss.145-156, 2021 (Hakemli Dergi)
Çawa ku tê zanîn Îslam, li ser esasê eqlî û naklî hatiye bînakirin. Piştî dinyayê baweriya jiyana bi axretê jî ji esasê baweriya îmanê hatiye qebûl kirin û zanîn. Di axretê de Ru’yet, ango dîtina Xweda, yek ji meseleya axretê ye ku di nav alimên Îslamê de hatiye niqaşkirin. Dîtina Xweda di axretê de wekî mijarek xeybê hatiye zanîn ku ev mesele di nav alimên mezheban de bûye mijara niqaşê. Di Qur’ana Pîroz û hedîsan de derbas dibe ku Xweda dê xwe bi evdên mu’mîn bide nîşan. Ev nêzîkbûn wekî baweriya Ehlê Sunetê tê qebûlkirin. Firqeyên wekî Mutezîle û ehlê Şîe, derbarê mijara ru’yetê de li ser nêzîkbûna eqlî çûne û ev mijarên wiha bi pîvana eqil û mentiqê nirxandine. Wan mezheban, ev mijar li gor prensîbên tewhîdê zanîne û dîtina bi vî şiklî înkar kirine. Di peroblema dîtina Xwedê ya di axretê her çiqas bûye mijara niqaşê, di eynî wextî de dîtina jinan ya Xwedê jî wek mijareke din derketiye holê. Li gor angaştek dînî jin dê di axretê Xwedê nebînin. Yek yên xwediyê vê angaştê jî alimê Ehlê Sunetê yê mezin Îmam Celaledînê Suyûtî ye. Ew dibêje ku di bihiştê de jin Xwedê bi awayekî gelemperî nabînin. Li gor Îmam, ger Xwedê bibînin jî, îddîa dike ku yê tenê di demên kifşe de bibînin. Îbn Teymiye jî di vê babetê de axiviye û di vê derbareyî de çend tişt gotine. Îbn Teymîye, nêzîkî 180 sal beriya Îmam Suyûtî jiyaye. Ev Îmam jî di vê mijarê de xwediyê wê fikrê ye ku, jin di cinnetê de dê wekî mêran Xwedê bibînin. Lewre ev ru’yet mafê hemî bawermendan e. Ev mijar, di eynî wextî de di hedîs û nessên dînî bi awayekî berfireh hatiye nirxandin ku emê lêkôlînê bikin.