Molla Nurullah Godishki and His Poems


Sönmez N.

The Journal of Mesopotamian Studies, cilt.0, sa.0, ss.63-84, 2023 (Hakemli Dergi)

Özet

Edebîyata kurdî ya klasîk xwedîyê xezîneyeka gelek dewlemend e. Berhemên ku di vî warî da hatinê nivîsîn roj bi roj bi xebatên pisporên qadê ji quncikên tarî têne derxistin û li ser wan, ji alîyê vekoleran ve curbicur vekolîn têne kirin û ew, ji nû ve di nav edebîyat klasîk da cihê xwe digirin. Edebîyata kurdî ya klasîk, bi kevneşopîya xwe ya kûr xwedîyê bi sedan berheman e ku ev berhem bi piranî îro di pirtûkxaneyên destxetan da yan jî di quncikên medreseyan û di pirtûkxaneyên taybet yên şêx û mela yan jî warisên wan da wekî destxet li bendê ne ku ew, bêne kifşkirin, li ser wan xebat bê kirin û di nava edebîyata kurdî ya klasîk da cihê xwe yê nû bigirin. Ji van berheman yek jî dîwana Mela Nûrullahê Godişkî ye ku hetanî roja îro wekî destxet maye û bi awayekî akademîk li ser wê xebat nehatine kirin. Mela Nûrullahî, di sala 1918an da hatîye dinê û di sala 2003yan da jî wefat kirîye û wî li pişt xwe gelek berhem hiştine û ji wan berheman yek jî dîwana wî ye. Em dê di vê vekolînê da di derheqê jîyan û berhemên Godişkî da agahîyên tekûz bidin û bi berfirehî dîwana wî binirxînin.