Dengbêjiya Jinê ji Hêla Patronaj, Perwerdehî, Rol û Nêrîna Civakî û Îcrakirina Hunerê ve


Creative Commons License

YILDIRIMÇAKAR M.

KURDINAME, no.2, pp.87-96, 2020 (Peer-Reviewed Journal)

  • Publication Type: Article / Article
  • Publication Date: 2020
  • Journal Name: KURDINAME
  • Page Numbers: pp.87-96
  • Open Archive Collection: AVESIS Open Access Collection
  • Van Yüzüncü Yıl University Affiliated: Yes

Abstract

Xebata me li ser hunera dengbêjiyê û cihê jinê di hunera dengbêjiyê de, hûr dibe û hewl dide ku ji hêla patronaj, perwerdehî, rol û nêrîna civakî û îcrakirina hunerê ve dengbêjiya jinê veçire. Me di serî de qala hunera dengbêjiyê, sînor û pîvanên wê kir, kilam, stran û çîrok dane nasîn û cudahiya kilam(bêj), stran(bêj) û çîrok(bêjan) destnîşan kir û li gorî pêşveçûna teknolojiyê û guherînên civakî dengbêjî dabeşî du serdeman kir; dengbêjiya klasîk û ya modern. Di pey re em ketin pey pirsa: Gelo dengbêjên jin hene yan na? Me hewl da ku li gorî sînor û pîvanên dengbêjiyê û dabeşkirina me kirî em hebûna dengbêjên jin bidin nîşan û dengbêjiya jinê analîz bikin. Paşê me behsa patronaj, perwerdehî, rol û nêrîna civakî ya dengbêjên jin kir û astengiyên li ber îcrakirina dengbêjiya jinê û sedemên wan astengiyan tesbît kirin. Di encamê de hat dîtin ku gelek jinên dengbêj hene, ji ber guherîna şert û mercên civakî bi giştî nebe jî astengiyên li ber îcrakirina dengbêjiya jinê hêdî hêdî li hole radibin û jin êdî dikarin di warê giştî de bi rehetî dengbêjiya xwe îcra bikin û dengê xwe belavî cihanê bikin