MECME‘A XEZELYATÊD ŞU‘ERAYÊD KURMANCAN ji koleksiyona Aleksandre Jaba


Creative Commons License

Aykaç Y.

Peywend, Van, 2023

  • Yayın Türü: Kitap / Araştırma Kitabı
  • Basım Tarihi: 2023
  • Yayınevi: Peywend
  • Basıldığı Şehir: Van
  • Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi Adresli: Evet

Özet

Ev xebat digel ku li ser mecmû‘eyeke taybet hatibe kirin jî di esasê xwe de amanca vê kitêbê ji bo edebiyata kurdî ya klasîk diyarkirina qîmeta keşkûl mecmû‘e- yan e. Ev kitêb bi hûrgilî nasandin, tewsîf û transkirîp- siyona mecmû‘eyeke ji Koleksiyona Aleksandre Jaba ye ku li arşîva Zanîngeha Leningrad (St. Petersburg)ê di bin hejmara Kurd 36ê de hatiye parastin. Ev xebat ji sê beşan pêk hatiye. Di beşa ewil de derbarê mecmû‘eyan de agahiyên giştî hatiye dayîn û giringiya wan hatiye pêşkêşkirin. Di beşa duyan de behsa jiyan û hevkariya kedkarên vê mecmû‘eyê hatiye kirin ku yek ji wan Aleksandre Jaba (1803-1894) ye û yê din jî Mela Mehmûdê Bazîdî (1799-1867) ye. Di beşa sêyan de ev mecmû‘eya ku bûye mijara vê xebatê bi awayekî hûrgilî hatiye nasandin û li gorî krîterên zanyariyên nusxeyan hatiye tesnîfkirin. Di beşa çaran de jî derbarê rê û rêbaza amadekirina mecmû‘eyê de hin agahî hatine dayîn û ji bo ku bibe nimûne jî temamê mecmû‘eyê li dawiyê hatiye danîn. 

Bi hêviya ku ev xebat, giringiya keşkûl û mecmû‘eyan di edebiyata kurdî de bêtir derxe pêş û rê li ber xebatên akademîk ên li ser mecmû‘eyan veke.