Teorîyên Folklorê (Folklor Teorileri)


Attı H.

Lis Yayınevi, Diyarbakır, 2016

  • Yayın Türü: Kitap / Araştırma Kitabı
  • Basım Tarihi: 2016
  • Yayınevi: Lis Yayınevi
  • Basıldığı Şehir: Diyarbakır
  • Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi Adresli: Evet

Özet

FOLKLOR Û TEORÎ

Lêkolîna li ser rengê pêkhatina berhemên folklorî û çibûna wan, pêdivî bi rê û rêgezên sîstematîk tîne ku ew ne tenê taybet bo berhemeke folklorî ne lê dikarin wekî çarçoveyeke giştî li ser gelekî berhem û cureyên folklorê bên tetbîqkirin. Demeke dirêj li seranserê cîhanê û di nava kurdan de jî mebest ji xebatên folklorê; berhevkirina berhemên folklorê bû. Bêguman ev karekî gelekî bi qîmet bû lê îro ligel karê berhevkarîyeke durust, nîqaşeke girîng; fêmkirina avahîya berhemên folklorî û karîgerîya wan ya li ser jîyana civakî û ferdî ye. Ji bo vê yekê gelek girîng e ku lêkolînerên folklorê hay ji rê û rêbazên lêkolînê hebin û xwendineke taybet li ser teorîyên folklorê bikin. Bêguman ligel hevbeşîyeke berbelav, di folklora her gel û herêmê de hin cudahîyên karakterîstîk jî hene ku em di xwendina xwe ya teorîyên folklorê de divê vê piştguh nekin. Lewma divê em jibîr nekin ku tu çarçoveya giştî ya teorîk li çanda herêmeke taybet ji sedî sed nikare bê tetbîqkirin. Hingê tesbîtkirina van xalên ku di navbera teorî û çanda spesîfîk de jêknegirîyê pêk tînin; hem xizmet li pêşxistina teorîyê dike û hem jî naskirineke kûr ber bi wê çanda spesîfîk ve pêş dixe. Di vê lêkolînê de jî me xwest ku em di vê çarçoveyê de li teorîyên folklorê binihêrin.