Di Zargotina Kurdan De Erka Saziya Dengbêjiyê


Creative Commons License

GÜNEY C., Erol K.

Uluslararası DENGBÉJLİK KÜLTÜRÜ VE DENGBÉJLER Sempozyumu, Şırnak, Türkiye, 19 - 20 Nisan 2019, ss.121-139

  • Basıldığı Şehir: Şırnak
  • Basıldığı Ülke: Türkiye
  • Sayfa Sayıları: ss.121-139

Özet

Dİ ZARGOTİNA KURDAN DE ERKA SAZİYA DENGBÊJİYÊ

Cihat GÜNEY[1]              Kemal EROL[2]

Kurte

Heta pêvajoya bajarvaniyê ya vê dawiyê di hemû jiyana kurdan de çandeke zargotinî serdest bû. Di van berên zargotinî de meriv di derbarê bîr û bawerî hizr û raman û kevneşopiya wê civakê de rastî gelek agahiyên girîng tên. Zanista zargotinê ligel bîr û bawerî û kevneşopiya wê civakê; li ser hin berên wek dastan, çîrok, efsane, mamik, zûgotinok, gotinên pêşiyan, biwêj û stranên gelerî jî dixebite. Ji vana dastan, hin çîrokên lawiran, helbesta gel û stran ji bo ku herikabar be û bêtir di hişê mirov de bimîne weke manzûm tên vegotin. Di zargotina kurdan de saziya dengbêjiyê cih û erkeke xwe ye pir girîng heye. Bi sedhezaran salan yên ku ev mîrateya çandî bilêvkirine û gihandine roja me ya îroyîn dengbêj  in. Dengbêj wek pira pêwendiya navbera nifşan e; ku hemû çand û afirîneriyên civakê ji nifşekî radigihînin nifşekî din. Herwiha ew di nava gelê kurd de weke hiş  û wîjdana hevpar ya civakê hatine peşirandin û wisa jî qedrê wan hatine girtin.

Bi sedsalan li erdnîgariya Mezopotamyayê cihê ku kurd jî lê dijîn saziya dengbêjiyê hebûna xwe heta roja îro berdewam kiriye. Stranên ku ji alî dengbêjan ve tên vegotin bi gelemperî li ser qehremaniyê bin jî, li ser evîn, xerîbî, bûyer û bobelatên dîrokî û xwezayî û li ser nelihevkirinên êl û eşîran bi awayekî pexşan û helbestkî hatine vegotin. Berên ku dengbêj dibêjin bi gelemperî gelêrî bin jî, hinek ji wan jî bi taybetî ji alî dengbêjan ve jî tên afirandin. Ev afirîneriyên dengbêj bi lêv dikin di zargotina kurdan de cihekî geleki girîng digirin.

Di kilamên ku dengbêj vedibêjin de di derbarê bîr û bawerî, kevneşopî û çanda gel de gelek agahiyên girin hene. Bi gelemperî dengbêj kilamên xwe bê enstruman vedibêjin. Dengbêj hunermend û rewşenbîrên gele xwe ne. Herwiha ew wek hoste û sêrbazên zimanê gel jî tên binavkirin. Dengbêj bi stranên xwe, ji alî hest ramanan ve bandorek gelek mezin li ser guhdaran dihêlin. Li ser van bingehan dengbêj, an bûyer û bobelatên dêrîn yên ku ji mêj ve hatine serê civakê bibîr dixe; an jî di hinek mijaran de civakê hişyar dike. Ji ber van egeran civak qedr û qîmeteke pir mezin dide dengbêjan.

Di stranên ku dengbêj vedibêjin de ji ramanan bêtir hest li pêş in; hêza xwe ji deng rîtm û dubarekirinê digirin. Li gor her heremê rêbaza strîna dengbêjan jî diguhere. Herwiha Cûreyên stranên ku dengbêj disrtrênin jî cûr be cûr in. Ew wek lawje, lawik payîzok, lorîk, narînk, heyranok û dîlok tên binavkirin.

Armanca vê xebatê di zargotina kurdan de diyarkirina cihê saziya dengbêjiyê û bandor û erka wê ya li ser kevneşopiya gel e.

Peyvên Sereke: Zargotina Kurdan, Kevneşopî, Dengbêjî, Stranên gelêrî.

 


[1] Öğretmen, Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü, Yüksek Lisans Öğrencisi.

[2] Doç. Dr., Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi Eğitim Fakültesi. E. Mail: ekemal@yyu.edu.tr

THE FUNCTION OF FOLK POETRY (DENGBÊJ PROFESSION) INSTITUTION IN KURDISH FOLK LITERATURE

Cihat GÜNEY[1]   -    Kemal EROL[2]

Abstract

The oral culture is predominant in the rural life of the Kurdish community till the urbanization period. Oral narrations emerged in the rural areas bear the traces of the community's world of thought and emotions, their local customs and traditions, and their geography's characteristics. "Kurdish Folk Literature", which is comprised of oral culture productions, includes numerous types of narrations such as story, tale, proverb, puzzle, memoir, legend, folk song, and saga. Some of these (chant, mathnawi, saga, kilam—folk song— etc.) bear lyrical characteristics to remember easily. The folk poetry (dengbêj) institution, which feeds on lyrical narratives, has an important place and function in the Kurdish Folk Literature. The performers of this profession, which has been maintained for centuries as a heritage, are called as dengbêj. Dengbêjs, who are the bearers of cultural values of the community passing down through generations, have been respected as the collective memory and conscience of the Kurdish community, which has a rich cultural tradition.

Dengbej profession is a poet tradition, which has been continued for centuries in Mesopotamia where the Kurdish community lived. Mostly having an epical characteristic mainly love, nature, and homesickness, they are poetical/prosaic narratives touching on interfamily disputes. Although most of them are annonymous, there are numerous examples being constructed extemporaneously (impromptu) by the folk poets. They comprise an important portion of the oral productions within the Kurdish folk literature. They are based on narration of some folkloric elements with idiosyncratic tone and melody. The folk song lyrics mirrorring the culture, religious/moral values, and customs of the community, are performed by the artists without any instrument, which is called as "kilam", and mostly they are performed in the style of an unmetered folk song. Dengbêjs, who are the folk artists of Kurds, are known as the magicians of the folk language and intellectuals of the community.

Dengbêjs, who gain traction from the community, have a significant impact on the audience listeners in intellectual and emotional terms through the folk songs they perform. In this regard, dengbêj profession serves to either reminding the tragical events of the community experienced in the past or building social sensitivity in various issues. The songs performed are emotional rather than being ideal, and it takes its power from the sound, rhythm, and repetition. The mode and the types of the folk songs performed by the dengbêjs differ based on the regions. These are briefly named as lawje, lawikpayîzok, lorîk, narînk, heyranok û dîlok, and work songs.

The objective of this study is to determine the place of dengbêj institution in the Kurdish folk literature and to determine its functional impacts on the traditional culture of the community.

Key Words: Kurdish Folk Literature, Traditional Culture, Dengbêj Profession, Folk Songs.

 


[1] Teacher, Van Yüzüncü Yıl University Institute of Living Languages, MA student.

[2] Assoc. Prof. Dr., Van Yüzüncü Yıl University, Faculty of Letters, email: ekemal@yyu.edu.tr