Jı̇yan û Berhemên Hecı̂ Zulfı̇qarê Erxenı̂yı̂: Jı̇ Dengbêjı̇yê ber bı̇ Qesı̂debêjı̇yê ve


Creative Commons License

Aykaç Y.

Geçmişten Günümüze Uluslararası Ergani Sempozyumu, Diyarbakır, Türkiye, 24 - 26 Kasım 2022, ss.165-167

  • Yayın Türü: Bildiri / Özet Bildiri
  • Basıldığı Şehir: Diyarbakır
  • Basıldığı Ülke: Türkiye
  • Sayfa Sayıları: ss.165-167
  • Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi Adresli: Evet

Özet

Qesîdebêj, wekî dengbêjan di civaka kurdan de nûnerên herî giring ên kultura devkî ne. Çanda dengbêjiyê bi piranî li qadên civakî yên rojane tê kirin, lê qesîdebêjî bêtir li qadên dînî tê dîtin. Bi giştî di dengbêjiyê de işq, evîn, cudahî, şer û pevçûn û rûdanên dîrokî derdikevin pêş, lê di qesîdebêjiyê de ji bo guhdarvanan peyameke dînî û şîretî jî heye. Ji ber vê yekê dikare bê gotin ku qesîdebêj her wekî dengbêjên cimaeta mizgeft û terîqetê ne. Wan gelek caran di tekya, xangeh û medreseyan de perwerde dîtine û li vî biwarî derketine pêş. Gelek caran qesîdebêj ji nav kesên dengxweş derketine ku meyla muzîkê dikin û piraniya wan hafiz, sofî yan jî ehlê terîqetê ne. Qesîdebêj di şevên pîroz û mibarek de gelek caran wek mewûdxwan jî derdikevin li pêşberê cimaetê. Herçiqas li nav civaka kurdî nûnerên herdu şêwazan ji hev cuda bin jî, lêbelê dîsa jî gelek kes hene ku li xortaniya xwe dengbêjî kiriye û gava bûye navsere îcar derbasî qesîdebêjiyê bûye ku yek ji wan jî Hecî Zulfiqarê Erganiyî ye.

Navê fermî yê Qesîdebêj Hecî Zulfiqar “Zülfikar Yumruk” e lê di nav xelk de bi navê “Xalê Hecî Zulfiqarê Gulê” tê nasîn. Bi xwe ji taxa Bagur a Erxeniyê ye. Di maleke xizan de mezin bûye, gava pênc salî bûye bavê wî wefat kiriye û bi pênc xwişk û birayên xwe re mane sêwî. Hecî Zulfiqar hê di biçûkatiya xwe de meyla muzîkê kiriye, gava bûye xort gelek caran li nav heval û hogiran, dîwan, şahî û dawetên gundan klam û stran gotine û hêdî hêdî nav û nîşanê wî di nav gundî û derdorê de belav bûye. Piştî ku ji leşkeriyê vegeriyaye, di sala 1974an de bi handana şîrketeke muzîkê li Unkapaniya Stenbolê nêzî duwanzdeh plakan, piştre jî pêncî bandên teyîbê tije kirine. Hecî Zulfiqar piştî van serpêhatiya stran û klaman vedigere tê Erxeniyê û dilê wî dikeve qîzikekê lê nikare bigihîje miraza xwe. Ew evîna bêmiraz di jiyana Hecî Zulfiqar dibe wekî mîladekê. Çunkî Hecî Zulfiqar bi xêra wê evînê bi awayekî ji işqa dunyewî digihîje işqa îlahî. Piştî wê rojê dengbêj û stranbêjê Zulfiqar êdî dibe qesîdebêj û şair. Ji wir pê de Qesîdebêj Hecî Zulfiqar qesîdeyên xwe li her derê dixwîne ku li nav milet wekî qesîdebêjê aşiq deng dide. Di vê nivîsarê de, piştî lêkolîna jiyana Hecî Zulfiqar ku yek ji kesayetên giring ên Erganiyê ye, em ê berhemên wî û nemaze beytên wî hem ji aliyê Edebiyata Kurdî ya Tesewifî û hem jî ji aliyê Folklora Kurdî ve binirxînin.