Pirzimanî di Stranên Emîn Turgay de: Rêwîtiyek ji Mulemmayê ber bi Translîngualîzmê


Creative Commons License

Aykaç Y., Filiz M. Ş.

Cumhuriyetin 100. Yılında Ergani (Dil-Edebiyat), Oktay Bozan,Abdusselam Ertekin,Mustafa Yiğitoğlu,Burak Kazan, Editör, Ekin Yayınevi, Bursa, ss.271-292, 2023

  • Yayın Türü: Kitapta Bölüm / Araştırma Kitabı
  • Basım Tarihi: 2023
  • Yayınevi: Ekin Yayınevi
  • Basıldığı Şehir: Bursa
  • Sayfa Sayıları: ss.271-292
  • Editörler: Oktay Bozan,Abdusselam Ertekin,Mustafa Yiğitoğlu,Burak Kazan, Editör
  • Van Yüzüncü Yıl Üniversitesi Adresli: Evet

Özet

Mulemma, bi wateya xwe ya ferhengî maneya rengrengî dide ku di edebiyata klasîk de şêwazeke taybet e û helbestên bi vî rengî ji çend zimanan pêk hatine. Di edebiyata klasîk a rojhilatê de nimûneyên mulemmayan gelek in, lê li gor miletan hejmara zimanên cuda di mulemmayên wan de diguhere. Di edebiyata farisî de bêtir mulemmayên bi zimanên erebî û farisî; di edebiyata tirkî de mulemmayên bi erebî, farisî û tirkî derketine pêş. Herweha di edebiyata kurdî de jî gelek caran di nimûneyên mulemmayan de em dikarin rastî çar zimanan bên ku ew jî erebî, farisî, tirkî û kurdî ne. Dikare bê gotin ku pirzimanîbûna mulemmayan di heman demê de bi awayekî sosyolojîk pirçandîbûna civata kurdan jî rohnî dike û pirzimanîbûna kurdan nîşan dide. Nemaze piştî qedexeyên li ser zimên ji holê radibin, kurdî bêtir li biwarên çandî dixuyê. Ji ber vê yeke di hin stranbêj û hunermendên kurdan de em rastî vê pirzimanîbûnê tên ku yek ji wan jî hunermend û stranbêj Emîn Turgay e. Emîn Turgay hunermendekî kurd ê ji Erxeniyê ye ku di navbera salên 1945-2000an de jiyaye. Wî di hin stranên xwe yên kurdî de wekî şêwaza mulemmayê ji çend zimanan sûd wergirtiye û bi şewazeke nû hin stranên xwe bi zimanê kurdî, erebî û tirkî gotine ku mirov dikare bi çavê edebiyata klasîk xwendineke edebî li ser stranên pirzimanî yên Emîn Turgay bike. Lewma di vê gotarê de em ê şopên mulemmaya edebiyata klasîk di stranên Emîn Turgay de bigerin û di çarçoveya têkiliya edebiyata klasîk û folklorê de hunerê wî binirxînin. 

Mulemma, which literally means colorful, is a literary genre in classical literature and is called poems consisting of several languages. Although there are many examples of mulemma in classical eastern literatures, the number of languages used in this literary genre varies according to nations. For example, in Persian literature, mulemmas are mostly in Arabic and Persian languages; Although it is seen in Arabic, Persian and Turkish languages in Turkish literature, Arabic, Persian, Turkish and Kurdish languages are encountered in the examples of mulemma in Kurdish literature. Mulemma-type multilingualism also provides enlightening information about the sociologically multicultural Kurdish society and the multilingualism of the Kurds. We encounter such examples of multilingualism in the folk songs of some Kurdish artists and singers, one of them being is Emin Turgay. Especilly, after the bans on kurdish language was removed, kurdish became dominant in cultural areas so some kurdish artists used multicultural themes and different languages in their works.  In this context, Emin Turgay is one of the important Kurdish artists of Ergani who lived between 1945-2000. He benefited from multilingualism in some of his songs, as well as in the genre of mulemma, and enriched his songs with Kurdish, Arabic and Turkish languages in a new style, which gives us the opportunity to re-evaluate Turgay's songs from the perspective of classical literature. For this reason, in this article, the traces of mulemma, a type of classical literature, will be traced in Emin Turgay's songs, and in this context, the relationship between classical literature and folklore will be evaluated together in Turgay's art.